Li bajarokê Seraqîbê di navbera artêşa rêjîma Sûrî û artêşa Tirk de şer derket

Di çarçoveya pêşdeçûnên Rêjîma Sûrî li parêzgeha Idlibê, li bajarokê Seraqîb ê parêzgehê şer di navbera artêşa rêjîma Sûrî û artêşa Tirk de derket.

Di navbera artêşa Tirk û artêşa rêjîma Sûrî de li nêzî bajarokê Seraqîbê yê Idlibê şer qewimî.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirk û rêjîmê çeperên hev topbaran kirin.

Her wiha artêşa Sûrî li bajarokê Seraqîb a dikeve ser rêya M4 û M5 a başûrê rojhilatê Idlibê, ket taxa yekem.

Li aliyê din artêşa Tirk û çeteyên wê baregeheke ya Rûsya ku li gundê Kiştihar a girêdayî navçeya Şera ya Efrînê dan ber topan.

Têkildarî mijarê, Navenda Rûsî ya Lihevanînê li Sûriyê, ragihand ku nûçeyên dibêjin ku hêzên wan ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatine hedefgirtin dûrî rastî ne.

Her wiha hemwextî pêşketinên artêşa rêjîma Sûrî ber bi bajarê Idlibê ve, dewleta Tirk îro 400 maşîne weke piştgirî şand Idlibê.

Back to top button