Erdogan: Wê artêşa Tirk bi hemû hêza xwe li dijî êrîşên Rêjîmê xwe biparêze

Serokomarê Tirkiyêk, Erdogan got ku wê artêşa Tirk li dijî êrîşên rêjîma Sûrî xwe biparêze û wê nehêle rêjîm herêmên nû li Idlibê bistîne. Rûsya bang kir ku bila Enqere bi tifaqên bi Rûsya yên li Sûçiyê pêk hatine girêdayî be. Amerîkayê teqez kir ew piştgiryê didin Tirkiyê ku li Idlibê hêzên xwe diparêze.

Îro têkiladrî rewşa dawî ya Idlibê, Erdogan bi serokê Rûsyayê, Vladimir Putin re bi riya telefonê axivî.

Erdogan idîa kir ku êrîşa rêjîma Sûrî ji leşkerên wan re li Idlibê, hewildanên wan yên parastina ewlehiya Idliibê û pêkanîna aştiyê li Sûriyê asteng dike.

Erdogan teqez kir ku wê artêşa Tirk bi hemû hêza xwe li dijî êrîşên rêjîmê xwe biparêze.

Di nava rojê de jî, têkildarî Idlibê, Erdogan bi riya telefonê bi serokwezîra Almanyayê re axivîbû.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
ERDOGAN: PÊWÎST NAKE EM BI RÛSYAYÊ RE BIKEVIN ALOZIYAN

Serokê Tirkiyê Erdogan her wiha îro destnîşan kiribû ku êrîşa rêjîma Sûriyê li ser leşkerên Tirk li Idlibê tifaqên bi Rûsyayê re dişkîne û ev tişt bi neyînî wê li ser rêjîma Sûrî were.

Erdogan ragihand ku wê artêşa welatê wî operasyonên xwe li Idlibê ranewestîne û wê bi heman hêzê berdewam bike û anî ziman ku pêwîst nake ku ew bi Rûsyayê re bikevin aloziyan.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
LAVROV: DIVÊ TIRKIYE BI TIFAQÊN LI SÛÇIYÊ GIRÊDAYÎ BE

Her wiha Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, îro ragihandibû ku Tirkiyê pabendiyên xwe yên ji bo Idlibê şkandiye û bang kir ku bila Enqere bi tifaqên bi Rûsya yên li Sûçiyê pêk hatine girêdayî be.

Li ser êrîşa ku duh rêjîma Sûrî li dijî leşkerên Tirk pêk anî, Lavrov got:

“Artêşa Tirk bê ku ti pabendiyê bike di “Herêma Kêm Şer” de bi pêş ket, ji bo wê rêjîm êrîşê wê kir.”

Her wiha Lavrov mixabîniya xwe li ser gefên ku Tirkiyê li rêjîmê xwarin, nîşan da.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
AMERÎKA: EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN TIRKIYÊ KU LI IDLIBÊ HÊZÊN XWE DIPARÊZE

Ji aliyê din ve, Wezareta Derve ya Amerîkayê, êrîşên berdewam yên li dijî sivîlên li Idlibê şermezar kir, ku rêjîma Sûriyê hewil dide serweriya wan herêman bike.

Têkilarî êrîşên rêjîmê li ser artêşa Tirk li Idilbê, Wezareta Derve ya Amerîkayê got:

Em bi hevkarê xwe Tirkiyê re ne û em piştgiriyê didin parastina Tirkiyê a hêzên xwe.

Her wiha Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, António Guterres, bang li Tirkiye û Sûriyê kir ku şerên li Idlibê rawestînin.

Back to top button