QSD’Ê LI GUNDÊ SIWÊDAN KARGEHEKE ÇÊKIRINA MAYÎNAN DÎT

Şervanên QSD’ê li gundê Siwêdan ê Dêrazorê kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê dît.

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa HEWAR’ê re diyar kir ku şervanên QSD’ê di çarçoveya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de li gundê Siwêdan ê Dêrazorê kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê dîtin.

Heman çavkaniyê ragihand ku şervanan bi dehan mayîn,bombe û madeyên çêkirina mayînan desteser kirin.

Dêra zorê ya wek berîka herî dawî ya çeteyên DAIŞ’ê tê naskirin, çeteyan bi sedan mayîn lê çandine her wiha bi dehan kargehên mayînan jî çêkirine.

Leave a Reply

Back to top button