Yekîtiya Ewropayê: Em herêmên Îsraîl ku piştî 1967’an dagir kirine, nas nakin

Yekitiya Ewropayê (YE) ragihand ku ew serdestiya Îsraîlê ya ji deverên ku di 1967`an de dagir kirine nas nake.

Daxuyaniya Yekitiya Ewropayê piştî çend rojan ji ragihandina serokê Amerîkayê Donald Trump projeya “Peymana Aştiyê” hat.

Berpirsê siyaseta derve yê Yekitiya Ewropayê Giuseppe Burrell got:

Pêşniyara Amerîkayê ya aşitiyê ji Rojhilata Navîn re ne li gorî pîvanên navneteweyî ye.

Burrell ragihand ku ew serdestiya Îsraîlê ya ji deverên ku di 1967`an de dagir kirine nas nake.

Komkara Erebî jî piştî civîna ku li ser asta wezîrên derve ya li Qahîreyê ku roja Şemî lidar ketibû, ragihandibû ku ew “Plana aştiyê ya Amerîkayê” red dike.

Ji ber ku asta herî kêm ji maf û hêviyên gelê Filistînê pêk nayîne.

Back to top button