Derhêner û rojnamevan Fîraz Dag ê li Reqayê şehîd bûbû, di salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Highgate ya Londanê hat bibîranîn.
Fîraz Dag, bi navê din Mehmet Aksoy, di 26’ê Îlona 2017’an de li Reqayê şehîd bûbû.
Girseya gel piştî rêzgirtinê qurnefîl danîn li ser gora şehîd.
Li ser gora şehîd helbest û stran hatin gotin.
Di bîranînê de peyama Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hat xwendin.
Di peyamê de wiha hate gotin: “Fîraz Dag ji bo azadiya gelê xwe ji Londonê berê xwe da Rojava. Bi pênûs, ked û dilê xwe cihê xwe di şoreşa Kurdistanê de nivîsî. Bîranînên wî dê timî rêya me ronî bike.”



