Heya duh, 65 kesên din jî li Çînê ji ber korona virus jiyana xwe ji dest da

Li Çînê, her diçe hejmara qurbanên virusa korona bilindtir dibe û herî dawî 65 kes li parêzgeha Huobi jiyana xwe ji dest da. 

Televîzyona Çînî ragihand ku heya duh, hejamra qurbanan gihaşt 490 kesî û 3 hezar û 156 kes ji nû ve li parêzgeha Huobi pê ketine.

Bi vê re, hejmara kesên pêketî digihêje 16 hezar û 678 kesan.

Duh jî Çînê raighandibû ku rêkarên welatan li dijî korona bi agahdariyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî re naguncin.

Destpêkê, Rêxistinê ev virus weke viruseke tirsank nedît û li ser vê jî rewşa awarte ranegihand, lê piştî virus derbasî 24 welatan bû, di 31yê Çileyê de ev rewş da destpêkirin.

Japan: 10 rêwî di keştiyeke geştyarî de pê ketine

Televîzyona Asahî ya Japonyayî jî li ser zimanê wezareta tenduristiyê ragihand ku 10 kes di keştiyeke geştyarî de bi koronayê ketine.

Li gorî televîzyonê, ev virus ji rêwiyekî ji Hong Kongê belavî van kesan bûye.

Back to top button