Komploya navdewletî ya 15’ê sibatê li Dusseldorfê meşa dirêj ji bo 2 rojan pêk were

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê; li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê wê meşeke dirêj a 2 rojan were lidarxistin.

Fedresyona Med ya Herêma Ren Westfalya ya Bakur bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê komploya 15’ê Sibatê bi meş û mîtîngeke şermezar bikin .

Meş wê bi silogana ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, statu ji Kurdistanê re” 7 û 8’ê Sibatê were lidarxistin.

Fedresyona Med di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Rêber Ocalan bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê bû hêviya jiyana azad ji tevahiya mirovahiyê re.

Fed-Med di dawiyê de bang li gelê xwe û gelên demokrat û şoreşgeran kir ku beşdarî meşa dirêj bibin.

Roja yekemîn: 07.02.2020

Cih: DGB Haus Dusseldorf – Saet: 10:00

——-

Roja duyemîn: 08.02.2020

Cih: HBF Dusseldorf – Saet: 10:00

Back to top button