Fermandarê Amerîkî mckenzie serdana Iraqê kir

Fermandarê Fermandariya Navendî ya artêşa Amerîkayê Frank McKenzie, bi berpirsên Iraqê re civiya û piştî wê serdana baregeha Eyn Esed ya leşkerên Emerîkayê kir.

Ajansa AFP’ê ragihand ku duh Fermandarê Fermandariya Navendî ya artêşa Emerîkayê Frank McKenzie serdana Iraqê kiriye û bi berpirsên Iraqê re civiya ye.

Li ser naveroka civînan tiştek nehate gotin.

Hat ragihandin ku McKenzie piştî civînên bi berpirsên Iraqê re, serdana baregeha Eyn Esed ya leşkerên Emerîkayê kiriye.

Şeva 8’ê Çileya borî Îranê bi muşekan li baregeha Emerîka ya li Eyn El Esed û baregehên Emerîka yên li Hewlêrê xist.

Piştî vê êrîşê yekem care, fermandarek Emerîkayê serdana baregeha Eyn El Esed dike.

Back to top button