Artêşa Îsraîlê êrîşî Xezzayê kir

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand piştî ku ji Şerîda Xezzeyê nepoxên şewatek hatin avêtin wan êrîşek esmanî pêk anî.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de got:

“Balafirên şer li Şerîda Xezzayê li nuqteyên rêxistina Hemas a terorîst dan’

Artêşê di daxuyaniya xwe de got ku yek ji nuqteyên hatî bombekirin ‘tesîsên hilberandina çekan’ jî heye.

Têkildarî ziyanên madî û canî agahî nehatin parvekirin.

Ji beriya van êrîşan ji Xezzeyê ji bo başûrê Îsraîlê ‘sê amûr’ û ‘nepoxên teqemenî’ hatibûn avêtin.

Back to top button