Berdevkê Koalîsyona navdewletî Melyes Caggins spasiya QSD’ê kir

Berdevkê Koalîsyona navdewletî Melyes Caggins spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk di ewlekirina bi qasî 10 hezar girtiyên DAIŞ’ê de kir.

Caggins di Twittekê de bi zimanê Kurdî diyar kir ku, ew spasiya QSD’ê li ser ewlekirina 10 hezar girtiyên DAIŞ’ê û hewandina koçberan li Kampa Holê dikin.

Di heman Twittê de, Berdevkê Koalîsyonê teqez kir ku, ji bo aramnca hevpar a tinekirina DAIŞ’ê, alîkariya QSD’ê daye wan bi nirx dibînin..

“Gelek spas ji HSDê re ku ewlekirina bêtirî 10000 girtiyan dabîn kir û aware li El Holê hewandin.”

“Ji bo armanca me ya hevpar ya tunekirina DAIŞê, em wê alîkariya ku wan daye civaka navdewletî teqdîr dikin”

Back to top button