Di konferansa yekemîn a komînan a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê de hat gotin ku pêwîstî bi pêşxistina performansa komînan û vekirina nivîsgehan heye ku xebatên wan hêsan bibin.
Bi armanca pêşxistina rola komînan di rêvebirin û birêxistinkirina civakê de, Meclisa Bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê Konferansa Yekemîn a Komînan li hola meclisê li dar xist. Di konferansê de nûnerên komîn, saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr amade bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, perspektîfên siyasî ji hêla endamê Nivîsgeha Kar û Barên Meclisê Husam El Tean ve hatin xwendin. Di perspektîfan de îşaret bi nêrîna Rêber Abdullah Ocalan a der barê aştî û avakirina civaka demokratîk de hat kirin.
Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl li ser rewşa siyasî ya giştî axivî û bal kişand ser girîngiya dan û standinan ku rêbaza pêkanîna aştiya mayînde û parastina mafên xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Xelîl diyar kir ku fedakariya şehîdan rê li ber jiyana azad û birûmet ji gel re vekir û got: “Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dûrî pergala desthilatdar û nîjadperestiyê ye. Armanca wê jiyaneke hevbeş di nava tevahî pêkhateyan de misoger bibe. Lê hêzên derve wekî desthilatdarên Tirkiyeyê hewl didin vê îstîqrarê têk bibin.”
Endamê Meclisa Bajarê Şedadê Hesen El Muxlif jî bal kişand ser zehmetiyên rûbirûyî komînan weke zîhniyeta civakê ya li hember jinan, neaktîfkirina pransîba hevserokatiyê. El Muxlif pêşniyar kir ku rola komîteyan di komînan de were pêşxistin, nivîsên rêveberiyê werin tayînkirin, hevserok werin perwerdekirin û jinûve sazûmaniya endamên komînan a pêşxistina performansê were çêkirin.
Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê Hesen Şero banga hevkarî û xebateke hevbeş kir û girîngî da aktîfkirina rola komînan di xizmetkirina welatiyan de.
Kofernas bi nîqaşên ji bo pêşxistina performansa komînan wekî birêxistinkirina dewreyên fikrî, pêşxistina rola jinan di nava eşîran de, vekirina nivîsgehan ji bo komînan, pêşkêşkirina piştgiriya manewî û rêveberî ji bo derbaskirina astengiyên civakî, bi dawî bû.



