Li gel bombebaraneke asmanî û bejahî, hêzên rejîmê Seraqibê ji 3 aliyan ve dorpêç dike.
Li gorî Çavdêriya Sûrî, tenê 1 KM maye ku rejîm derbasî Seraqibê bibe.
Her wiha şerên dijwar jî li eniyên bajêr û deverine din li gundewarê Idlibê yê başûrî rû didin.
Çavdêriyê destnîşan kir ku ji vê sibehê de, 6 balafirên Rûsî deverên Sermîn, Qimênas û deverine din di sêgoşeya Erîha- Idlib- Seraqib de û hinek deverên li gundewarên Helebê yên rojavayî kirine armanc.
Li gorî çavkaniyên herêmî jî, rejîmê nuqteya Til Toqan a çavdêriya dewleta Tirk û gundê Islamîn dorpêç kirine.
Erdogan: Eger rejîm venegere sînorên soçiyê, em ê vî karî bikin
Li gel van pêşketinan, serokkomarê dewleta Tirk Erdogan dîsan berê xwe da rejîmê û gef lê xwar.
Erdogan got:
Eger rejim heya dawiya Sibatê, ji eniyên çavderiya me bi paş de venekişe û venegere sînorên peymana Soçiyê, em ê bi xwe vî karî bikin.