Bavê herdu DAIŞ’iyên Alman: Almanya û Tirkiyê li paş tevlîbûna zarokên min bûn

Hemwelatiyekî Alman ku bavê du çeteyên DAIŞ’ê ye teqez kir ku, Tirkiye û Almanyayê rê dane kurên wî da ku tevlî çeteyên DAIŞ’ê bibin..Bavê her du çeteyên DAIŞ’ê bang li Hikumeta Almanya kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweser bike û dadgehekê ji bo darizandina çeteyan ava bike.

Du birayên hev Manuel û Fabian Gerrard ku bi bi aslê xwe Alman in tevlî DAIŞ’ê bûn.

Bavê her du çeteyên DAIŞ’ê diyar kir ku di Cotmeha 2014’an her du kurê wî ji Almanyayê derbasî Tirkiyê bûn û ji Dîlokê berê xwe dan Sûriyê.

Bavê çeteyên navborî ragihand ku her du kurê wî li bajarokê Hecîn ê Dêra Zorê ji aliyê QSD’ê ve hatin girtin û niha di girtîgehên bakur û Rojhilatê Sûrî de girtî ne.

Bavê Manuel û Fabian, Eric Gerrard anî ziman ku Almanya û Tirkiyê rê ji kurên wî re vekir da ku tevlî DAIŞ’ê bibin.

Eric Gerrard piştrast kir ku wêneyên isbata hevdîtina kurên wî bi çeteyên dewleta tirk re li Almanyayê hene.

Gerrard da zanîn ku wî doz li dijî hikumeta Almanyayê vekiriye û diyar kir ku Hikumeta Alman bûye sedema tevlîbûna kurê wî nava çeteyên DAIŞ’ê de.

Bavê herdu DAIŞ’iyên Alman: Divê hikumeta Almanyayê piştgiriya Rêveberiya Xweser bike

Bavê her du DAIŞ’îyan bang li hikumeta Almanyayê kir ku bi erkê xwe rabe û got:

“Divê Almanya piştgiriya Rêveberiya Xweser bike û dadgehekê ji bo darizandina çeteyan ava bike.”

Back to top button