Şervan Derwîş: Em carek din bang li ciwanan dikin, deriyê me vekirî ye

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji ciwanên Minbicî xwest ku ji herêmên çeteyên bi navê Mertala Firatê derkevin û vegerin Minbicê.

Şervan Derwîş ji telvizyona me re diyar kir ku ew ciwan dikarin bi kordîneya Meclisa Leşkerî vegerin û derî jî li pêşiya wan vekirî ne..

Derwîş got, ev cara duyemîn e em bang li ciwanan dikin ku bi dagirkeriya Tirkiyê hatine xapandin, vegerin bajarê xwe.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê vegera ciwanan bi ewlekirina herêmê û parastina serweriya axa Sûriyê ve girê da û teqez kir ku, Tirkiyê berjewndiyên xwe li ser xwîna gelê Sûriyê bi dest dixîne.

Back to top button