Zanîngeha Kobanê bi hevkariya Zanîngeha Binghamton, Zanîngeha Lund û Zanîngeha Philippines komxebatek li dar xistin û girîngiya têkîlîdayîna bi hev re nirxandin.
Zanîngeha Kobanê bi hevkariya Zanîngehên Binghamton, Lund û Filipin komxebata “Fêrkirin Weke Rahênana Azadiyê” li dar xist. Ev komxebat bi beşdariya akademesiyenên navneteweyî yên ku di warên civaknasî, erdnîgarî û geşedanê de pirspor in, bi rê ve çû.
Komxebatê bi axaftina Hevseroka Zanîngeha Kobanê mamoste Xezna Îbrahîm dest pê kir, tê de qonaxên destpêka zanîngehê û rola wê di bicihkirina fêrkirinê de wek alaveke azadiyê şîrove kir. Her wiha nûnerê Fakulteya Zanistên Civakî mamoste Ridwan Mihemed Elî der barê Beşa Civaknasiyê de şîroveyek li ser beşê û boçûnên wê yên akademîk da.
Piştre komxebat ji aliyê Dr. Eşref Mehmûd û Dr. Marina Sitrin ve bi rêve çû û gelek akademesiyenên navdar weke George Yagraz, Dr. Vasna Ramasar û Dr. Ryan Martinez tecrubeyên fêrkirinê yên cuda ji aliyên civakî, erdnîgarî û geşedanî ve, nîqaş kirin.
Di dawiya komxebatê de, teqezî bi girîngiya hevkariya akademîk li ser asta navneteweyî ji bo xurtkriina fêrkirinê wek mafekî hate kirin.



