Gelê Şengalê peyama Rêber Apo bi kelecan û coşeke mezin pêşwazîkirin û li ser peyamê daxuyaniyek çapemeniyê dan û gotin: “Em dûbare daxwaza dîtina Rêber Apo dikin.”
Di berfirehiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Me di nameya Rêber Apo de wek her carî hêvî, hîs kirin, dilsozî û xem xwariya civaka xwe dît.
Wek me wî nas kiriye û em ji felsefa wî ya azadiyê fêr bûne, dilsoziya Rêber Apo ya hevaltiya dîrokî, ruhî û fikriya bi civaka me ya Êzîdî re di her hevokekî de belavê rûhê me dibû û me vê carek din dît.”
Di dewamiya daxuyaniyê de soza domanidna têkoşînê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate dayîn û wiha hate gotin:
“Rêberê me ji bo azadiya te ya fîzîkî, Xweseriya Şengalê û hesab xwestina Fermanê heya dawî emê tekoşîn bikin.
Em wek Civaka Êzîdî carek din dibêjin; Ger Rêber Apo were Şengalê, emê wî bi cil û bergê xwe yê gelerî wek Rêberek civaka xwe pêşwazî bikin.”



