Desteya Karûbarên Civakî serdana koçberên Idlibê kir

Piraniya Idlibiyên ku ji ber şerê di navbera hêzên rejîm û çeteyên dewleta tirkiyê de koçber bûne, li bajarê Minbicê bicih bûne.

Îro Desteya Karûbarn Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, serdana van koçberan kir.

Hevseroka Desteyê Cîhan Mihemed diyar kir ku Rêveberiya Xweser amadekariya vekirina kampekê nû dike û wê di nava sê rojan de ev kamp were vekirin.

Piştî şerê li Idlibê giran bû pêla koçberiya ber bi herêmên bakur û rojhilatê Sûrî jî zêde bû.

Heta niha derdora hezar koçberî derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûne û piraniya wan li bajarê Minbicê bi cih bûn.

li vir dîmenê hatina koçberan bi qasî 6 saniyan beta bidin

Îro Desteya Karûbarn Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, serdana kampên ku koçberên ji Idlibê lê bi cih bûne kir.

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî Cîhan Mihemed diyar kir ku ew ji bo koçberan amadekariya vekirina kampekê nû li navçeya Hemrat dikin.

Cîhan Mihemed da zanîn ku wê ev kamp di navbera 2 roj heta 3 rojan de were amadekirin û koçberan lê bi cih bikin.

Hevserokê Buroya Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed jî anî ziman ku heta niha derdora 220 malbatî gihaştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku hin beşên din jî wê di rojên pêşiya me de bighêjin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Ji ber wê Şêxmûs Ehmed bang li rêxistina navdewletî û Saziyên Mafên Mirovan kir ku bi koçberan re bibin alîkar.

Hêjayî bîrxistinê ye ku xelkê Idlibê piştî banga Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ya ew amadene pêşwazî li koçberên Idlibê bikin, ref bi ref berê xwe didin herêmên bakur û rojhilatê sûrî.

Back to top button