Îran û Amerîka li ser behra Hormozganê gefan li hev dixwin û tê payîn şerek di navbera Amerîka û Îranê li ser behrê rû bide.
Serfermandarê Giştî yê Îranê Ebdulrehîm Mûsewî ragihand ku Hêza Deryayî ya Îranê ji bo her pevçûnek muhtemel amade ye.
Her wiha Ebdulrehîm Mûsewî destnîşan kir ku hêzên Îranê li ser analîzkirina cewhera tevgerên dijmin sekinîne û bi baldarî ji bo pevçûnê amade bûne.
Fikarên zêde hene ku Îsraîlê carek din êrîşî Îranê bike.
Her wiha nîşanên ku pevçûnek muhtemel di navbera Îran û Amerîka de rû bidin zêdetir bûne.
Amerîka li ser behra Hormozganê hêzên xwe zêde kirine, ew jî dibe sedema ku bandorê li ser keştiyên Îranê yên petrolê bike.
Tê pêşbinîkirin ger keştiyên Îranê petrolê derbasî Çînê bikin wê Amerîka wan hedef bigire.
Fermandarekî Îranê diyar kir ku welatê wî dê bi awayekî tund bersivê bide her astengiyek li ser tankerên petrolê.



