Erdogan gef li rejîmê xwear: Ger veneger, em ê bi awayekî leşkerî rejîmê vegerînin sînorên hevpeymana Sûtçî

Bi têkçûna hegemonya dewleta Tirk li Idlibê û têkçûna çeteyên wê re, asta gefên Erdogan li dijî rejîmê bilind dibe.

Erdogan her ku bêçare dimîne, hevpeymana Edeneyê dike rojevê û di vê derbarê de gefa êrîşeke leşkerî ya berfireh li dijî rejîmê dixwe.

Herî dawî Erdogan got, eger heta dawiya Sibatê rejîmê vengere sînorê hevpeymana Sochî ewê êrîşî rejîmê bikin.

Rejîma Sûrî jî ragihand ku ew ê bersiva her êrîşeke dagirkeriya dewleta Tirk bide.

Li herêmên bi navê ”Kêmşer” roj bi roj bêhn li çeteyên dewleta Tirk a dagirker diçike û hegemonyaya wê li Idlibê têk diçe.

Piştî ku rejîma Sûrî derdora 100 dever û herêm li Idlib û Helebê bi dest xistin û sînorên hevpeymana Sûtçî li bin guhê erdê dan, dewleta Tirk asta gefên xwe yên kevinenû bilind kir.

Serokê dewleta Tirk di civîna partiya xwe de dem ji rejîmê re destnîşan kir û got:

Heta dawiya Sibatê, eger rejîm vengere sînorên hevpeymana Sûtçî, em ê bi awayekî leşkerî wê vegerînin.

Erdogan dagirkeriya xwe rewa kir: Hevpeymana Edene derfeta pêkanîna êrîşan li Sûriyê dide me

Erdogan dîsan hevpeymana Edene kir rojevê xwest bi peymanê dagirkeriya xwe rewa bike.

Erdogan idîa kir ku hevpeymana navborî derfetê didiyê ku êrîşan li Sûriyê pêk bîne.

Lê rejîma Sûrî bersiva daxuyaniyên Erdogan da û ew bi ”derewîn” bi nav kir.

Rejîmê bersiv da Erdogan: Derewên Erdogan, nemaze yên hevpeymana Edene, berdewam in

Wezareta derve ya rejîmê diyar kir ku Erdogan bi hinceta hevpeymana Edene derbasî bakurê Helebê dibe û got:

Erdogan di derewên xwe yên girêdayî Sûriyê de dewam e, nemaze hevpeymana Edene.

Wezaretê destnîşan kir ku ”Erdogan li gorî ti lihevkirinê tevnager û ev hevpeyman kirine alav ji bo parastina terorîstên xwe”.

Wezareta Parastinê ya rejîmê jî bi daxuyaniyekê idîa kir ku ew ê bersiva her êrîşeke dewleta Tirk bide û got:

Hebûna hêzên dewleta Tirk li Sûriyê der-qanûnî û dagirkerî ye.

Li rex rejîmê, Rûsya jî dubare tekez kir ku Erdogan li gorî ”bendên bingehîn” ên girêdayî Idlibê tevnagere.

Colanî: Ger bostek ji erdê di destê me de bimîne em ê derbasî Şamê bibin

Lê ya balkêş ew e ku hemwextî gefên Erdogan ên li dijî rejîmê, serçeteyê Heyite Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed Colanî jî dengê xwe bilind kir û gef li rejîmê xwar.

Colanî got: ”Eger tenê bostek ji erdê di destê me de bimîne jî, em ê derbasî Şamê bibin”

Back to top button