Endama Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan diyar kir ku ew ê di demek nêz de dê biçin serdana Îmraliyê.
Pervîn Buldan li Meclisa Tikiyê pirsên rojnamegeran bersivand.
Pervîn Buldan da zanîn ku di demek nêz de ew ê biçin serdana Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
Li ser pirsa armanca hevdîtina bi Serokkomar Tirkiyê Erdogan re jî Pervîn Buldan bersiv da û diyar kir ku ev hevdîtin li gor ruhê pêvajoyê bûye.
Heman demê ew ê di pêşwaziya vekirina Meclisa Tirkiyê de jî, careke din werin gel hev.



