Dîroknasê Fransî Jean-Numa Ducange bi peyamekê piştgirî da banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û got: “Piştgiriya ji bo meseleya Kurd a bi nêrîna aştiyane û demokratîk ji her demê bêhtir girîng e.”
Têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê, profesorê dîroka hemdem ê zanîngeha Rouen Normandie Jean-Numa Ducange peyameke piştgiriyê ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) re şand.
Jean-Numa Ducange di peyama xwe de got ku ew piştgiriyê didim hewldana Dem Partiyê û wiha dewam dike:
Profersor Ducange: Piştgiriya ji bo meseleya Kurdî ji her demê bêhtir e
Têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd di asta navneteweyî de gelekî ji nedîtî ve hat, lewma îro hîn rewa û pêwîst e.
Gelek kes ji bo mafên gelê Fîlîstînê xwepêşandanan lidar dixin, lê belê têkoşîna Kurdan hatiye jibîrkirin.
Lewma piştgiriya ji bo meseleya Kurd a bi nêrîna aştiyane û demokratîk ji her demê bêhtir girîng e.
Dengekî Kurdan jî heye û ev deng bi perspektîfa komareke demokratîk û civakî bilind dibe.
Eger enternasyonalîzm hîn jî xwedî wateyekê be, hingî ev wate divê di vir de bi şênberî bikeve meriyetê; divê paşeroja hevpar a gelên Kurd û Tirk bê misogerkirin.”



