Çeteyên dewleta Tirk ên bi navê ”Sultan Murad” girtin ser gundekî navçeya Mabata ya Efrînê û 7 sivîl revandin.
Çavkaniyên herêmî ragihnadin ku beriya du rojan, çeteyên bi navê ”Sultan Murad” girtin ser gundê Sêmalka yê navçeya Mabata û 7 sivîl revandin.
Navên sivîlên ku hatine revandin jî ev in:
Ismet Mistefa Mihemed
Ibrahîm Mistefa Mihemed
Mihemed Ibrahîm Mistefa
Mihemed Mistefa Mihemed
Ednan Hemîd Mihemed
Mehmûd Hemed Mihemed û Ehmed Hemîd Mihemed.
Hat ragihand ku piştî lêpirsînê hersê birayên hev Ednan, Ehmed û Mehmûd Hemed Mihemed hatin berdan.
heman çavkaniyan tekez kirin ku Ismet Mistefa Mihemed jî piştî ku çeteyan ew êşkence kir û pere weke fidiye dan, duh hat berdan.
Lê çarenûsa sivîlên din hîna jî ne diyar e.