Li bajarê Wanê ji ber aşûtê 26 kes jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Mîksê ya bajarê Wanê ekîba ku çû kesên di bin aşûtê de mane xilasbikin bi xwe di bin aşûtekê din de man. Hate ragihandin ku ji ber aştûta dûyemîn hejmara kesên ku jiyana xwe dest daye gihîşt 26 kesan.

Li ser rêya Wan û navçeya wê Miksê duh aşût bi ser wesayîta rêwiyan ve hatibû û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû. 6 kes jî bi saxî hatibûn derxistin.

2 kes jî di bin aşûtê de man.

Di dema xebatên lêgerîna 2 kesan de aşûta duyemîn li ser ekîba ku lêgerîn pêk dianî de hat.

Li gor agahiyên Wezîrê Karê hindir yê Tirkiyê 26 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hate gotin ku kesên ku di bin aşûtê de mane 8 ji wan leşkerên 3 cerdewanin, ewê din jî gundîne.

50 kes di bin aşûtê de mane 25 kes jî hatine rizgarkirin û lêgerîna 20 kesî jî didome.

Back to top button