Îro Konferansa Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd li Parlamana Ewropayê dest pê kir. Konferansa îsal bi pêşengtiya gelek kesayetên navdar pêk tê.
16. Konferansa Kurd a Navnetewî bi serpereştiya Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye pêk tê.
Di nava kesên piştevaniya konferansê dikin kesên navdar ên cîhanê hene.
Di Konferansê de, Seroka Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye, Prof. Dr Karînae Westrheîm diyar kir ku di 16 salên dawî de doza Kurd, pirsgirêkên li Tirkiye û rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn gotûbêj dikin.
Westrheîm diyar kir ku divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê civaka navnetewî ve were naskirin.
Alîkarê Serokê Parlamentoya Ewropa Dîmîtrîos Papadîmoûlîs ya Yewnanî jî wiha got:
Demê pêkanîna gûşarên li ser rêveberên Tirk hatiye û divê ambargoya çekan jî di nava vê de be.
Her wiha wê tê payîn ku roja duyemîn a konferansê jî wê 6’ê Sibatê be.