Trump fermî hat bêgunehkirin

Serokê Amerîkayê Trump di şer xwe yê li dijî demokratan de, bi ser ket û piraniya dengan bi dest xist.

Koşka Spî ragihand ku “hewldana dadgehkirina plankirî ji aliyê demokratan ve bi dawî bû û serokê Amerîkayê Trump hat bêgunehkirin.”

Koşkê got:

Me her û her digot Trump bêguneh e, ji ber vê pêngavê xwe spartibû rêzederewan.

Xebatên dadgehkirina Trump ji 24ê Îlona 2019an li ser destê seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosi hatibûn destpêkirin.

Vê dawiyê jî, dosa bidûrxistina wî fermî çûbû ber destê Senatoya Amerîkî û duh fermî ji aliyê wê ve hat bêgunehkirin.

Tawanên cur bi cur mîna başne-bikaranîna siyaseta derveyî û astengkirina karê Kongressê li Trump hatibûn kirin.

Back to top button