‘DIVÊ HEMÛ HÊZ JI BILÎ RÛSYAYÊ JI SÛRIYÊ DERKEVIN’

Nûnerê taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka li Sûriyê James Jeffrey ji rojnamevanan re axivî.

Jeffrey li ser derketina hemû hêzên biyanî, di serî de Îran, ji Sûriyê teqez kir, û di heman demê de jî diyar kir ku hebûna Rûsyayê li Sûriyê ji Amerîka re ne pirsgirêk e.

Nûnerê taybet ê Amerîkî li Sûriyê James Jeffrey daxwaza derketian hemû hêzên biyanî ji bilî Rûsyayê, ji Sûriyê kir.

Jeffrey ji rojnamevanan re teqez kir ku bi derketina hêzên Îranî re wê hemû hêz ji bilî yên Rûsyayê derkevin.

Jeffrey wiha got: “Hebûna Rûsî di Sûriyê de vedigere beriya şerê li Sûriyê ya 2011, herwiha perav û baregeheke wê ya leşkerî jî tê de heye.”

Jeffrey got ku Rûsya dixwaze baregeha xwe li Sûriyê biparêze, ev jî ne li dijî Washingtonê ye.

‘DYA DIXWAZE TENÊ HIN BAREGEHÊN LEŞKERÎ LI SÛRIYÊ AVA BIKE’

Nûnerê Amerîkî destnîşan kir ku ew dixwazin ji Rûsan re armancên xwe yên sereke zelal bikin, ew jî avakirina hikûmetekê ku dostê Amerîka be û avakirina hin baregehên leşkerî li Sûriyê ye.

Jeffrey teqez kir ku derxistina hêzên Îranê ji Sûriyê ji bo Amerîka mijareke sereke ye, di heman demê de jî nênerê Amerîkî dema mabûna hêzên Amerîkayê di Sûriyê de diyar nekir.

Leave a Reply

Back to top button