Mezlûm Ebdî: Herêmên ji koçberên Idlibê re vekirîne

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku bi hezaran koçber ji Idlibê gihaştin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Ebdî careke din teqez kir ku,”deriyê wan ji koçberên Idlibê re vekiriye.”

Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kir ku heta niha bi hezaran koçberên Idlibê gihiştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û texmîn kir ku hejmareke din ji koçberan werin.

Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got:

Deriyê me ji koçberên Idlibê re vekirîne. Em gelê Sûriyê hemû yek in.

Mineta kesekî li ser kesekî din tune ye.

Ebdî diyar kir ku, ti dîwar navbera me de nîn e, her wiha zeviyên mayînkirî, ne leşker, ne nobetdarên sînor ên ku şêniyan dikin hedef, jî tune ne.

Back to top button