Îsraîlê hin dever li Şamê kirin armanc

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku serê sibê dengê gelek teqînên bihêz li Şam û derdora wê hat bihêstin.

Ev deng jî di encama topbarana Îsraîlê ji deverên rêjîm û çekdarên bi ser Îranê ve li Şam û derdora wê bû.

Çavdêriyê diyar kir ku lîwa 91 ya koma yekem li derdora Kiswê û lîwa 75 ya li gundê El Miqêlibiyê û hin deverên din li derdora Şamê hatin armanckirin.

Hat ragihandin ku jimarek mezin a moşekên Îsraîlê li deverên navborî ketin.

Tevî van deveran, agir bi navendên lêkolînên zanistî yên rêjîm û çekdarên bi ser Îranê ve li herêma Cemraya ket.

Çavdêriyê diyar kir ku parastina asmanî ya Sûrî karîbû hinek moşekan bêbandor bike, lê yên din gihiştin armanca xwe.

Ji aliyê xwe ve Ajansa Sana ya rêjîma Sûrî jî ragihand ku Kiswê, Merc Sultan, Cisir Bexdad û Başûrî Izrei ya Der’ayê hatin armanckirin.

Back to top button