14 Îsraîlî li Qudsê birîndar bûn

Serê sibê li Qudsê, 14 îsraîlî di bûyereke pêlikirinê de birîndar bûn.

Dezgehên Îsraîlê ragihand ku ev bûyer di navendeke Basan de pêk hat.

Malpera “Time of Israil” li ser navê polîsê ragihand ku bi kêmanî 14 kes birîndar bûne û yek ji wan rewaş wî giran e.

Hat gotin, “ev bûyer dibe ku bizanebûn pêk hatibe.”

Polîsê got, ajokerê erebeyê yekser ji cihê bûyerê reviya û aniha em lê digerin.

Li aliyê din raporên çapameniya Filistînî ragihandin ku artêşa Îsraîlê ciwanê filistînî Yezen Munzir Ebû Tibêx ê 19 salî li bajarê Cenîn yê Bakurê Dife El Xerbiyê kuşt.

Back to top button