Çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê êrîşî baregehên çekdarên Heşid El Şehbî kirin, di encamê de 7 çekdar hatin kuştin.
Ragihandina Iraqê diyar kir ku ji ber du êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Diyala û Selah Dîn ya Iraqê 4 çekdarên Heşid El Şehbî hatin kuştin.
Her wiha çeteyan êrîşî baregeha Heşid El-Eşeîrî ya li herêma Nihmê ya parêzgeha Selah Dîn jî kir, di encamê de 3 çekdarên din hatin kuştin.
Li aliyekî din çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke xwekuj bir ser Qatêh Lîwa 44 yê 44 a Heşid Şehbî.
Cîgirê Fermandariya Operesyonên Enbarê Ehmed Nesrela ragihan ku Tuqeya 18’an a Heşid bersiva êrîşên DAIŞ’ê da.