Çeteyên Cebhit El-Şamiyê yên dewleta tirk derbasbûna koçberên Idlibê ber bi herêmên bakur û Rojhilatê sûrî ve, qedexe dikin.
Cavdêriya Sûrî ya mafê Mirovan raghand ku, çeteyên Cebhit El-Şamiyê rê nadin ku koçberên Idlibê di dergeha “Um Celûd” re derbas bibin, û ber bi Minbicê ve biçin.
Çavdêriyê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk duh rê li ber derbasbûna karweneke koçberan, ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ve girtin.
Ji çaxa banga Fermandarê QSD’ê Mezlûma Ebdî ve, bi hezaran koçberên Idlibê derbasî herêmên bakur û Rojhilatê Sûrî bûn.