KURDÊN LI RÛSYAYÊ BIRYARA DYA ŞERMEZAR KIRIN

Kurdên li herêmên Sîbîrya û Saratovê yên Rûsyayê, biryara DYA’yê ya li dijî sê pêşengên PKK’ê şermezar kirin û gotin, wê têkoşîna azadiyê xurtir bikin.

Kurdên li bajarê Çelyabînsk a herêma Sîbîryayê li hev civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ev biryar dewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan e.

Gelê Kurd wê ji niha û pê ve jî bi têkoşîna xwe bi ser bikeve û li dijî vê biryarê dengê xwe bilind bike.

Çalakiyeke din li navçeya Yerşov a herêma Saratovê pêk hat.

Kurdên li Yerşovê mîtîngek li dar xistin û diyar kirin ku biryara DYA’yê tê wateya piştgiriya bi dewleta Tirk re.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn û hate gotin:

“Kurdên li Saratovê her tim bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re bûn û wê ji niha û pê ve jî bi xurtî pê re bin.”

Leave a Reply

Back to top button