HRE: Li Şera, Bab û Marê 4 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku di encama çalakiyên wan yên li Şera, Mare û Babê de 4 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên xwe yên 4 û 5’ê Sibatê li Şera, Mare û Babê daxuyaniyek nivîskî da û ev agahî parvekir:

4 û 5’ê Sibatê, li gundê Hezwan ê Babê hêzên Rizgariyê li dijî çeteyên dewleta Tirk çalakiyên sekvaniyê pêk anîn û 2 çete hatin kuştin.

Heman rojê Hêzên Rizgariyê li gundê Meryemîn ê navçeya Şera li dijî çepereke çeteyên Cebhe El-Şamiye çalakiyek pêk anî.

Di encamê de bi qasî hat zelalkirin 2 çete birîndar bûn.

Her wiha çeperek û çekeke doçka hatin rûxandin.

5’ê Sibatê jî, li derdora bajarê Mareyê hêzên Rizgariyê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê pêk anî.

Di encamê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Back to top button