Rejîmê Seraqib dorpêç kir û dewleta Tirk berê xwe da Teftenazê

Hêzên rejîma Sûrî derbasî bajarê Seraqibê ya Idlibê bû. Dewleta Tirk jî berê xwe da balafixaneya Tef-tenazê û hin nuqteyên xwe li wir ava kirin. Hêzên rejîmê bi desteka Rûsyayê balafirxaneya navborî bombebaran kir.

Rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê duh derbasî bajarokê Seraqibê yê stratejîk li Idlibê bû.

Lê çeteyên dewleta Tirk ji nuqteyên bi navê Çavdêriyê yên dewleta Tirk êrîşên birin ser rejîmê û rejîm careke din ji bajarok vekişiya.

Piştî vekişînê, rejîmê ji çar hêlan bajarokê navborî tevî çeteyên tê de dorpêç kir û êrîş pêk anîn.

Li gorî ajansa Sana ya girêdayî rêjîma Sûrî, artêşa rêjîmê vê êvarê derbasî bajarê Seraqibê bû û dest bi paqijkirina bajêr ji mayîn û teqemeniyên ji bermahiyên çeteyan kir.

Piştî vê jî dewleta Tirk berê xwe da balfirxaneya Teftenazê û li wir hin nuqteyên xwe ava kirin.

DEWLETA TIRK NUQTEYÊN XWE LI TEFTENAZÊ BI CIH DIKE
ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: TIRKIYE PIŞTEVANIYA LEŞKERÎ ŞAND TEFTENAZÊ

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku dewleta Tirk derdora 50 panzêr û erebeyên leşkerî derbasî balafirxaneyê kirin.

Lê rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê balafirxaneya Teftenazê bombebaran kir.

Her wiha herêmên Sermîn û biniş ên Idlibê û Kefer Heleb, Etarib, Hirêtan û Kefer Hemra yên Helebê jî rastî êrîşên rejîmê hatin.

ÊRÎŞÊN LI SER BAREGEHÊN RÛSYAYÊ
RÛSYA: ÊRÎŞ JI HERÊMÊN DI BIN SERWERIYA TIRKIYÊ DE TÊN

Têkildarî êrîşên çeteyên dewleta Tirk, nemaze yên li ser baregehên Rûsyayê, Krêmlên bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşên çeteyan li ser baregehên Rûsyayê yên li Sûriyayê ji herêmên di bin serweriya Tirkiyê de tên.

ŞERÊ LI HERÊMÊN ”KÊMŞER”
RÛSYA: LI HERÊMÊN ”KÊMŞER” PISPORÊN LEŞKERÎ YÊN RÛS Û TIRK HATIN KUŞTIN

Her wiha Wezareta Derve ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku rewşa li Idlibê metirsîdar e û di demên dawî de tundî zêdetir bûye.

Wezaretê da zanîn ku pisporên leşkerî yên Rûsya û Tirkiyê li “herêmên bêçek” di meha derbasbûyî de li Idlibê hatine kuştin.

Back to top button