TIKRIYE DI KIRÎNA FÛZEYÊN S-400 DE JI RÛSYAYÊ BI ISRAR E

Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk Mevlud Çawuşoglu ragihand ku wê Tirkiye fûzeyên ezmanî S-400 ji Rûsyayê bikire û ji vê bazarê tu gavan paşve navêje.

Tê zanîn ku di Kanûna 2017’an de derbarê kirîna Tirkiyê fûzeyên S-400 bi Rûsyayê re li hev kiribû.

Ev cure fûze jî yên herî pêşketî di cîhanê de ye.

Têkildarî mijarê, beriya demekê berdevkê wezareta Parastinê yê DYA Eric Pahon gotibû ku artêşa Amerîkayê bi Kongresê re ketiye nava danûstandinan da ku li şûna S-400 hin bazarên din bi Tirkiyê re bike.

Hêjayî gotinê ye ku S-400 heta 400 km diçe û ji sala 2007’an ve artêşa Rûsî bi kar tîne.

Leave a Reply

Back to top button