Îsraîlê hin dever li Şamê kirin armanc, 12 çekdarên Îranê hatin kuştin

Îsraîlê li Sûriyê hin deverên hêzên Îranê kirin hedef û di encamê di 12 çekdarên bi ser Îranê hatin kuştin.

Rejîma Sûrî jî dibêje ku Derbeyên Îsraîlê ji bo derbasbûna karwanê Tirkiyê bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku serê vê sibê Îsraîlê hin deverên komên çekdar ên Îranê li Şam û Derayê kirin hedef.

Di encamê de, 12 çekdarên bi ser Îranê ve hatin kuştin.

Deverên ku hatine hedefgirtin, lîwa 91 ya koma yekem li derdora Kiswê û lîwa 75 ya li gundê el-Miqêlibiyê û hin deverên din li derdora Şamê bûn.

Li gel van êrîşan, agir bi navendên lêkolînên zanistî yên rêjîm û çekdarên bi ser Îranê yên li herêma Cemraya jî ket.

Çavdêriya Sûrî teqez kir ku parastina asmanî ya Sûrî karîbû hinek moşekan bêbandor bike, lê yên din bi navendên wan ketine.

Têkildarî mijarê Fermandariya hêzên rejîma Sûriyê daxuyaniyek da.

ÎSRAÎLÊ LI SÛRIYÊ ÊRÎŞ PÊK ANÎN
REJÎMA SÛRÎ: ÊRÎŞ JI BO DERBASBÛNA KARWANÊ LEŞKERÎ YÊ TIRKIYÊ BÛ

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev derbeyên Îsraîlê ji bo karwanê leşkerî yê Tirkiyê derbasî hundirê Sûriyê bibe û komên terorîst biparêze, pêk hatin.

Li gorî ajansa Sana ya rejîmê, karwanê leşkerî yê Tirkiyê li ser xeta di navbera bajarokê Biniş, Meret Misêrîn, Teftenaz de belav bû û armanca wê ew e ku çeteyên xwe biparêze û pêşveçûnên rejîmê asteng bike.

Back to top button