Rêveberiya Xweser 35 zarokên Rûsî radestî şandeyek Rûsyayê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 35 zarokên çeteyên DAIŞ’ê radestî şandeyeke Rûsyayê kirin.

Ji bo radestkirina wan 35 zarokên Rûsî civîneke çapemeniyê li Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Di civîne de Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Umer, berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah û cîgirên seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Evîn Qafûz û Derya Remedan amade bûn.

Komsera Mafên Zarokan a Rûsyayê Anna Kuzn-etsova di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku wê xebatên wan bi Rêveberiya Xweser re heta wergiritina hemû welatiyên Rûsyayê yên di nava DAIŞ’ê dewam be.

Anna destnîşan kir ku wan nîqaşên berfireh bi Rêveberiya Xweser re pêk anîn da ku zarokên malbatên DAIŞ’ê derxin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 208 zarok û 170 jin ên DAIŞ’î yên ji welatên biyanî radestî welatên wan kirine.

Back to top button