ENKS’ê navenda xwe ya li Kobanê vekir

Piştî danûstendinên dinavbera rayadarên partiyên Kurdî bi erînî bûn, ENKS’ê biryar da ku navendê xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê veke. Meclisa Nîştimanî ya Kurdî (ENKS) li bajarê Kobanê jî navenda xwe vekir.

Xebatên yekrêziya Kurd li Rojavayê Kurdistan encamê xwe didin.

Pîştî bangawaziyên fermandarê giştî yên QSD’ê ji bo yekrêziya Kurdî, dinavbera ENKS’ê û rayadarên Kurd Rêveberiya Xweser de danûstendin destpêkirin.

Di encama wan rûniştinan de hewayekî erînî hate avakirin.

Li ser bangawaziyan ENKS’ê navendê xwe yê girtibû, ji nûve vedike.

Roja duşema derbasbûyî ENKS’ê navenda xwe li bajarê Kobanê vekir.

Navenda wan di 15’ê Adara 2017’an de piştî redkirina ENKS’ê ji ruxsetkirina navendên xwe, hat girtin.

Meclisa li Kobanê ji 6 partî û tevgerên siyasî pêk tê, ew jî wiha ne;

Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê,

Partiya El-Musawa ya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê,

Tevgera Sererastkirinê,

Partiya Yekitiya Kurdî,

Şepêla Pêşerojê û 3 kesayetên serbixwe di nava meclisa giştî de cih digirin.

Hêjayî bîrxistinê ye 2’vê mehê jî ENKS’ê navenda xwe ya li Amûdê vekir.

Lê ser rewşa erînî jî ENKSê heta niha li hemû bajaran navendê xwe venekiriye.

Back to top button