16. Konferansa Kurd a NavnetewÎ “Divê dewletên Rojava dawî li durûtiya xwe bînin”

Di roja duyem a konferansa Kurd li parlamena Ewropayê de, hat gotin, ku Almanya hevparê sûcên dewleta Tirk li rojava, bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Di konferansê de, dayika Hevrîn Xelef, bang li hemû jinên cîhanê kir, ku li dijî dijmînê jinan Erdogan, têkoşînê bilind bikin.

16’emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî li Parlamenta Ewropayê, di roja duyemîn de bi axaftin û niqaşan dewam kir.

Di rojeva runiştinên destpêkê yên rojê de, dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ hebû.

Ji Zanîngeha Tenesse ya amerîkayê Kirmanc Gundî axivî û bal kişand ser armancên Erdogan a nûjenkirina împaratoriya Osmanî.

Gundî got, divê dewletên rojavayê dawî li durûtiya xwe ya li beramber êrişên nîjadperest û qirkirina etnîkî ya dewleta Tirk bînin.

Ji Tifaqa Kesk-Sor a Danîmarkayê Soren Sonder-gaard jî, bal kişand ser êrişên qirkirina etnîkî û got, ji bo Tirkiyê ji herêmê vekişe divê hin pêkanîn lê bên ferz kirin.

16. KONFERANSA KURD A NAVNETEWÎ
‘HEMÛ WELATÊN YEKÎTIYA EWROPAYÊ DEYNDARÊ KURDAN IN’

Ji koma Çep a Yekbûyî Leyla Şahîbî ku ji Fransayê beşdarî bû, bal kişand ser êrişên DAÎŞ’ê li Fransayê û got:

Eger ne ji têkoşîna Kurdên li Rojava bûya, wê êrişên cuda jî bihatina kirin. Kurdan berdêleke giran dan. Lewma Fransa û Yekîtiya Ewropa deyndarê Kurdan e.

Di rûniştina duyemîn a rojê de nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn.

Destpêkê Sûad Mûstaf, dayîka siyasetmedara Kurd a şehîd Hevrîn Xelef axivî.

Sûad Mûstefa got, ku Erdogan dijminê hemû jinên cîhanê ye.

16. KONFERANSA KURD A NAVNETEWÎ
DAYIKA HEVRÎN XELEF: ERDOGAN DIJMINÊ JINAN E

Cîgira Hevseroka MSD’ê Majdoleen Hasan jî ji Yekîtîya Ewropayê xwest, ku ji aliyê siyasî ve piştgirî bidin projeya wan ya siyasî.

16. KONFERANSA KURD A NAVNETEWÎ
‘DERBARÊ DOZA KURDAN DE HELWESTEK HEVPAR A EWROPA NÎNE’

Di rûniştina sêyemîn a konferansê de, qala têkiliyên Yekîtiya Ewropayê ya bi dewleta Tirk re û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan jî, hat kirin.

Zanyarê siyasetê yê Zanîngeha Viyanayê Thomas Schmîndinger diyar kir ku derbarê doza Kurdan de helwesteke hevpar a Ewropayê nîne.

16. KONFERANSA KURD A NAVNETEWÎ
‘ELMANIYA HEVPARÊ SÛCÊN TIRKIYÊ YE’

Her weha bal kişand ser têkiliyên Almanya bi Tirkiyê re û got:

Firotina çekan jî di nav de, Almanya li ser aboriya Tirkiyê xwe bi rê ve dibe, di warê sûcên dewleta Tirk li Rojava û Sûriyê de ew jî aliyek e û divê Yekîtiya Ewropayê êdî têkeve dewrê.

16. KONFERANSA KURD A NAVNETEWÎ
‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ PIRSA KURD WERE ÇARESERKIRIN’

Endama Konseya Rêveber a KURD-AKAD’ê Dêrsim Dag devîrên jî got, eger YE di warê aştiyê de tiştekî bike, divê di warê çareserkirina pirsgirêka Kurdan û derxistina PKK’ê ji lîsta xwe ya terorê de gavan biavêje.

Dîrektorê sendiyaka Unîte The Unîon Sîmon Dûbbîns jî ku yek ji pêşengên kampanya ‘azadî ji ocalan re’ li Birîtanyayê ye got: Birêz Abdullah Ocalan 21 sal in di tecrîdê de ye. Berxwedana wî ya li hemberî vê rewşê gelekî awarte ye.
Ev jî diyar dike ku ew çiqasî bi biryara xwe re ye.

Dûbbîns destnîşan kir, ku 14 sendîka ku 6.5 milyon endamên wan hene piştgirî didin kampanya ji bo azadiya Ocalan û got, ew ê kampanya xwe hin xurttir û mezintir bikin.

Di konferansê de her wiha, perspektîfên derketina ji nava krîzê, pêşniyarên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û rêbazên alternatîf hatin nirxandin.

Back to top button