Dagirkeran êrîşên xwe yên li ser navçeya Şera ya Efrînê zêde kiriye

Dewleta tirk a dagirker bi gurbûna şerê li Idlibê re, êrîşên xwe yên li ser navçeyên Efrînê yên li bakurê Helebê dikeve jî zêde kirine.

Leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî gundên Merenaz, Şewarxe, Kela Şewarxe û Malkiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê, êrişên xwe berfirh kirin û gihadin gundên Til Ecar, Irsadiye, Kefer Antun û Methana Feysaliyê.

Herêmên şehba û bi taybet ji Til Rifet rojane ji aliyê çeteyên dewleta tirk a dagirker ve tê topbaran kirin.

Back to top button