Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku, Hêzên Rêjîma Sûrî, bajarokê Seraqib ê Idlibê bi dest xist.
Çavdêriyê diyar kir ku piştî dorpêçkirina komên Tirkiyê, Rêjîma Sûrî bi piştigirya hewayî ya Rûsyayê dest xwe danî ser Seraqib.
Li gorî çavdêriyê, di êrîşên Rêjîm û Rûsyayê de 17 sivîl zarok jî di nav de, hatin kuştin.
Her wiha da zanîn ku, gelek çekdar vekişiyan û di riyên cuda re derketin, lê belê çarenûsa gelekan jî hîna ne diyar e.
Seraqib piştî Meret El-Numan dibe bajarokê duyem dikeve destê Rêjîma Sûrî de, û hîna jî êrîşên xwe li wir didomîne.