Onaran: Ji ber zextan wê jimara girtiyên nexweş zêde bibe

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran, diyar kir ku li Herêma Marmarayê 457 jê giran bi giştî 3 hezar û 333 girtiyên nexweş hene.

Endama komîsyonê Hatîce Onaran, destnîşan kir ku mafê dermankirinê yê girtiyan tê binpêkirin û her diçe binpêkirinên li girtîgehan girantir û dijwartir dibin.

Onaran, diyar kir ku eger şert û mercên girtîgehan neyên başkirin wê jimara girtiyên nexweş ji wiha zêdetir bibe û got: “Em behsa başkirina şertan dikin, lê belê em dibînin her ku diçe şert û merc girantir dibin.

Onaran, ragihan ku girtiyên dibin nexweşxaneyê, bi awayekî kelepçekirî tên dermankirin û ev yek binpêkirina mafan a herî giran e.

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê ji bo rewşa girtiyên nexweş bang li rayedaran kir ku rewşa girtiyên nexweş di ber çavan re derbas bikin.

Back to top button