Şaxê komeleya Mafê Mirov a Amed: Li cihê 31 şaredarî qeyûm hatin bicihkirin

Şaxa Komeleya Mafên Mirov a Amedê ‘Rapora Binpêkirina Mafê Mirov a Sala 2019’an’ eşkere kir.

Li gorî vê,

li 31 şaredariyan qeyum hatin tayînkirin û ji 3 hezar û 37 kesên hatin binçavkirin jî 511 kes jî hatin girtin.

Her wiha komeleyê îşaret bi wê yekê kir tavilê dawî li tecrîda Îmralî divê bê anîn.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê rapora binpêkirina mafan a li herêmê bi civîneke çapemeniyê bi raya giştî re parve kir.

Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD’ê Rehşan Bataray, diyar kir ku li Tirkiyê binpêkirina mafan her ku diçe belav dibe û wiha got:

Sedema binpêkirina mafan polîtîkayên îqtîdara siyasî ye.

Sedem polîtîkayên ewlehiyê ye.

Bataray balkişand li ser rewşa li girtîgehan û dazanîn ku li nexweşxaneyên herêmê 6 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.

458 jê giran bi giştî 1334 girtiyên nexweş hene.

Bataray anî ziman ku li girtîgehan tecrîd belav dibe û wiha lê zêde kir:

“Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê, malbat û parêzer nikarin hevdîtin bikin.

Abdullah Ocalan û girtiyên din nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin.

Tecrîda li Îmraliyê ji aliyê me parazvanên mafên mirovan ve nayê qebûlkirin û divê bê rakirin.

Divê zext û tundiya li ser raman û îfadeyê bê rakirin.

Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Abdulselam Înceoren jî bîlançoya binpêkirina mafan a herêmê ya sala 2019’an bi daneyan eşkere kir.

Li gorî vê,

Li herêmê 5 kes ji aliyê esker û polîsan ve hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn.

Kesek ji aliyê cerdevanan ve birîndar bû.

Li girtîgehan 4 kesan dawî li jiyana xwe anî, bi giştî 10 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha 5 zarok, 24 jin û 18 mêr bi giştî 47 kes kuştî hatin dîtin.

Û destdirêjiya zayendî li 1526 zarokan hate kirin.

Li 31 şaredariyan qeyum hatin tayînkirin û ji 3 hezar û 37 kesên hatin binçavkirin jî 511 kes hatin girtin.

Back to top button