Efrîn..Piştî revandina Hevjînên wan, çeteyan 2 jin ji Mabatayê revandin

Li rex talankirina xwezaya Efrînê û guhertina demografiya wê, çeteyên dewleta Tirk revandina sivîlan jî dewam dikin. Beriya çend rojan çeteyên bi ser gundê Sêmalak yê navçeya Mabata de girtibûn û 7 sivîl revandibûn. Çeteyan careke din bi ser gund de girtin û vê carê jî 2 jin revandin.

Roj nîne ku sûc û hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê rû nadin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çeteyên dewleta Tirk’ li navçeya Mabata bi ser gundê Sêmalka de girt û 2 jin revandin.

Çavdêriya diyar kir ku bêyî ku ti sedema revandinê bê xuyakirin çeteyan herdu jin birin cihekî nediyar.

Beriya çend rojan çeteyên navborî dîsan bi ser gundê Sêmalka de girtibûn û di nav de hevjînên herdu jinên ku niha revandine, 7 sivîl revandin.

Li rex revandina sivîlan talankirina xwezaya Efrînê û guhertina demografiya wê jî dewam dike.

TALANKIRINA XWEZAYA EFRÎNÊ
ÇETEYAN JI SEDÎ 30 DARÊN EFRÎNÊ BIRÎNE

Malpera Efrîn Post raghand ku bi rêjeya ji sedî 30 darên li Efrînê hatine qutkirin.

Çeteyan bi hezaran darên Herac, ên li Taxa Mehmûdiyê ya Efrînê qutkirine û li bazaran firotin.

GUHERTINA DEMOGRAFIYA EFRÎNÊ
DI 2 ROJAN DE BÊHTIRÎ 100 MALBATÊN ÇETEYAN HATINE BICHKIRIN

Her wiha di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê û bicihkirina malbatên çeteyên Idlibê li herêmê de, çeteyan di van her du rojên dawî de 100 malbatên çeteyan li navçeya Şêrewa bi cih kirin.

Hat ragihandin ku li gundê Xezawiyê 41 malbat û li gundê Beiyê 19 malbat hatine bichkirin.

Li gundê Til Tewîl ê bajarê Efrînê jî 49 malbat hatine bichkirin.

Back to top button