Boykotkirina malên Tikriyê”Nebin hevkarê sûc û gelê Kurd nekujin”

Kurdistanî û dostên wan li fûara tûrîzmê ya li Hambûrgê dagirkeriya dewleta tirk a Rojava şermezar kir û bang boykotkirina malên Tirkiyê kirin û gotin: Her pereyê geştê vediguhere fîşekekê.

Pêkhateyên Defend Rojava Hambûrg li pêşiya Fûara Tûrîzma Navnetewî ya Hambûrgê stand vekirin.

Wê stand sê rojan dewam bike.

Di çarçoveya çalakiyê de li dijî tûrîzma Tirkiyê bi sedan belavok hatin belavkirin.

Aktivîstan pankarta “Ji bo geştê neçin Tirkiyê, nebin hevkarê sûc” vekirin.

Ji aktivîstan Anha Flach got;

“Her pereyê ku li Tirkiyê ji bo geştê were xerçkirin di laşê gelê Kurd de dibe fîşek, êş û girî.

Ji rêveberên çalakiyê  Jûlîûs Lûxemboûrg jî bal kişand ser rewşa Heskîfê û got;

“Heskîf mîrasa çanda hevpar a cîhanê ye; divê her kes bixe rojeva xwe.

Back to top button