Welatiyekî li Antakyayê, ji ber bêkarî û hejariyê, agir berda xwe

Li Antakyayê, welatiyê bi navê Adem Yanci, ji ber hejariyê agir berda bedena xwe. Adem Yancî yê ku rakirin nexweşxaneyê jî jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Antakya ya Hatayê, welatiyê bi navê Adem Yanci., li ber walîtiyî piştî got “Ez birçîme. Bê karim. Li malê rewşa zarokên min xirabe. Zarokên min birçîne” xwest întîxar bike.

Polîsên li cihê bûyer bûn, bi tûpên biçûk yên agirkujê destwerdana Adem Yanci yê xwe şewitand kirin.

Rêveberê Polîsan ê Hatayê Vedat Yavûz û Midurê Pênûsa Taybet ê Walîtiyê hatin cihê bûyer û bi Adem Yanci re axivîn.

Adem Yanci diyar kir ku zarokên wî birçîne û ji ber bê kariye rewşa wan xirabe.

Ekîbên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê Adem Yanci rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê.

Li gorî agahiyên ji nexweşxanê hatin girtin, Adem Yanci yê 35 saliye dema ji Hatayê dibirin bajarê Mersîn di rê de jiyana xwe ji dest daye.

Ji ber polîtîkayên hikumeta AKP’ê ya li Tirkiyê rêjeya bêkariyî ji her demê zêdetir bûye.

Back to top button