Îran daxwaza Amerîkayê a danûstandinên bê şert û merc red dike

Îran ragihand ku ew daxwaza Amerîkayê a danûstandinên bê şert û merc red dike.

Berdevkê Serokomarê Îranê,  Mihemed Waizî di axaftinke wî ya îro wiha anî ziman:

“Amerîka dixwaza ku em bê ti şertan danûstandinan bikin, lê em vê tiştê red dikin.”

Mihemed Waizî destnîşan kir ku Amerîka têkiliya navbera Îran û welatên din re asteng dike û diyar kir ku ti têkiliya Amerîka nîne ku Îran bi çi dewletan re bazirganiyê dike.

Berdevkê Serokmarê Îranê, Mihemed Waizî, anî ziman ku di du mehên derbasbûyî de Amerîka gelek ceza li ser Îranê feriz kiriye û idîa kir ku ti bandor li bazara Îranê nebûye.

ROJNAMEYA “THE WALL STREET JOURNAL”:
AMERÎKA DIFIKIRE KU BIRYARA DIHÊLE KU IRAQ GAZA XWEZAYÎ JI ÎRANÊ BIKIRE, DIRÊJ DIKE

Li aliyê din, rojnameya “The Wall Street Journal”, eşkere kir ku Amerîka difikire biryara ku dihêle Iraq gaza xwezayî ji Îranê bikire, dirêj dike.

Li gorî perpirseke Amerîkî ku ji rojnameyê re axivî, hat gotin ku Amerîka wê zextên herî mezin li Îranê pêk bîne, lê wê ne li ser hesabê têkçûna aboriya cîranên wê be.

Back to top button