
Artêşa Fransî ragihand ku di encamê 2 operasyonan de li Malî 30 radîkalên Islamî hatin kuştin.
Artêşa Fransî bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan ên bi navê ”Berxan” duh û îro li Malîyê bi 2 operasyonan 30 ”radîkaliyên Islamî” kuştin.
Artêşa Fransî da xuyakirin ku ev operasyon bi hevkariya li gel artêşa Malîyê pêk hatin.
Meha borî û li dijî ”Çekdarên Islamî” Fransa û 5 welatên Beravê ) Malî, Borkîna Faso, Nejîrya, Morîtaniya û Tişad ( rêveberiyeke giştî bi navê ”Koalîsyona ji bo Beravê” ava kir.