Li Çînê ji vîrûsa corona 722 kesan jiyana xwe ji dest da

Bîlançûya Vîrûsa Corona her roj bilind dibe, li Çînê 722 kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 31 hezar kes jî pêketiye.

Çîn, ji bo xweparastina ji Vîrosê Robotan bi kar tîne.

Her wiha Vîrûsa Corona gihîştiye Koriya Bakur û Imarata Erebî.

Her ku diçe kesên bi Vîrûsa Corona jiyana xwe ji dest dide û pêdikevin zêde dibin.

Komîteya tedurstiyê ya Çînê diyar kir ku jimara kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye gihîşt 722 kesî.

Komîteyê diyar kir ku li Herêma Hoppy a Çînê 81 û li bajarê Wihhanê jî 67 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li seranserî Çînê jî jimara kesên bi Vîrûsa Corona ketine gihştiye 3 hezar û 399 kesan.

Li ser keştiya “diamond pricess”64 kes nexweş ketin

Li ser Keştiya geştiyariyê ya Japonyayê ya bi navê “Diamond Princess” jî 3 kesên din jî bi virusê ketine bi vê yekê jimara kesên li Japaniya bi vîrûsê ketin gihîştin 64 kesan.

Hikumeta Amerîka û Japonyayê raghand ku li bajarê Wahhanê yê Çînê du welatiyên wan ku bi virusê ketibûn, jiyana xwe ji dest dan.

Li koriya Bakur yekm rewş hat tomarkirin

Li aliyekî din, hikumeta Koriya Bakur ragihand ku Virûsa Corona gihîştiye welatê wan û rewşa yek kesî tomar kirine.

Li Imaratê 7 kes bi virusê ketine

Her wiha Wezareta tendurstiyê li Imaratê jî du rewşên nû ku bi corana ketin tomar kir, bi vê yekê jimara kesên bi vîrûsê ketine gihîşt 7 kesî.

Wezartê ragihand ku kesên li Îmaratê bi virusa Corona ketine, Çînî û Filipînîne û ew niha bi din çavdêriya bijîşkan de ne.

Piştî belavbûna nûçeya gihştina Vîrûsa Coron li Siûdiya Erebistanê, Wezîrê tenduristiyê yê Siûdiyê Tewfîq BIn Fozan El-Rebîe, tewîterek avêt û belavbûna virusê li welatê xwe derewand.

Çînê ji bo xweparatin balafir û robotan bikartîne

Çînê ji bo xweparastina ji virusa Corona û rê girtina li pêşiya belavbûna Virusê, Robotan bikartîne.

Ev Robot germahiya laş dipîve û laş paqij dike.

Heta niha 20 hezar û 50 kes li Çînê ji virusê baş bûne

31 hezar û 744 kes tên dermankirin

rewşa 6 hezar û 100 kesî giran e.

Back to top button