ÇALAKIYÊN HUNERÎ Û ÇANDÎ LI HERÊMA CIZÎRÊ TÊN LIDARXISTIN

Der barê çalakiyên ku rêxistinên jinan ên Bakurê Sûriyê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya Li Dijî Jinê lidar dixin.

Weqfa Jina Rewşenbîr bi kordîneya Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê li hola Zana ya bajarê Qamişlo çalakiyên hunerî û çandî li dar xistin.

Bi dehan rewşenbîr û hunermendên jin, endamên saziyên civaka sivîl ên kantona Qamişlo beşdarî çalakiyê bûn.

Destpêka pêşengehê, nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan derbarê jinê de bi sinevizyonekê hate pêşandan.

Piştre, ji rêveberên Weqfa jina Rewşenbîr Sariya Mihemed û Cigira Desteya Çand û Hunerê Nûr Elweka’ axivin û hemû jinên ku di oxira azadî û jiyan bi rûmet û bidestxistina mafên xwe şehîd bûne, bi bîr anîn.

Her wiha di axaftinan de, bang li jinan hate kirin ku têkoşîna xwe li hemberî zordariyê û koletîyê xurt bikin.

Piştî axaftinan gelek helbest, mûzîka û şano hatin pêşkêşkirin

Leave a Reply

Back to top button